Hêviya wê ya di derbarê vegera kurê wê yê revandî de zindî ye

Kurê jina bi navê Yaşer Mela Neisan ev 6 sale ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatiye revandin. Lê rexmî ku ev çend sale dayîka Yaşer Mela Neisan ji kurê xwe tu agahî negirtiye jî di dilê xwe de hêviya vegera kurê xwe yê bi navê Welat Qetaş zindî digire. 

Beriya çend rojan salek di ser têkbirina DAIŞ’ê re derbas bû. Bi wê re jî gelek pirsnîşan di angaştên hin kesên ku azar li ser destên wan çeteyan kişandin re çêdibin.

Ji wan pirsan, çarenûsa bi sedan ciwanên ku DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê revandin e. Di nav de ciwanê Kurd ê bi navê Welat Qetaş e ku 6 sal li ser girtina wî re derbas bû û hîna çarenûsa wî ne diyar e.

Welat Qetaş ji gundên Zinar Esaf ê ku 27 km dûrî başûrê Kobanê ye.

Di destpêka 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê nêzî 200 kesên ku li basên veguhastinê yên hundirîn siwar bûbûn li nêzî gundê Aliya li ser rêya navneteweyî li rojavayê bajarokê Til Temirê girtin û ber bi navendên girtîgehan ve birin.

Ev kesên hatine girtin, bi mebesta kar, berê xwe didan sînorê Sûriyê-Iraqê ya ber bi başûrê Kurdistanê ve. Ji ber ku li herêmê rewşên dorpêçê hebû û ev dorpêç bibû sedema azara gelê herêmê.

Welat (22) di wê demê de tekane kesê ku dabara dayîka xwe dikir bû.

Îro 6 sal di ser revandina welat re derbas bûne û hê jî dayika wî Yaşer Mela Neisan(66) li benda vegerê û bihîstina agahiyekê der barê kurê xwe de ye.

Beriya revandinê, Welat nû bawernameya amadehiyê wergirtibû ye. Welat bi xwe kesek necar (dartiraş) buye. Ji bo ku kar bike berê xwe daye paytexta Lubnanê Beyrûtê. Piştî rewşên li wir ne baş bûne vegeriyaye Kobanê, dûvre biryara berêdana cihekî din daye û ew jî Başûrê Kurdistanê ye.

Piştî DAIŞ ew girtine, hin kes ji wan berdan û 139 kes di destê çeteyan de mane ku Welat yek ji wan jî welat e. Piştî rojekê ji bûyerê dayika wî Yaşer bi revandina kurê xwe agahdar dibe. Lê belê tu şan û çare di dest de nebuye an tu kesî nikariye ku bigihêje DAIŞ’ê yan jî dan û standinan pê re pêk bîne.

Hê jî çarenûsa Welat û kesên pê re ne diyar e. Dayika wî Yaşer got, piştî mehekê ji revandinê, wêneyê kurê xwe tevî komek ji ciwanên Kobanê yên pê re li ser malperên tevna civakî di girtîgehê de dîtiye.

Dayika Yaşer hê jî wêneyê kurê xwe di destê xwe de hiltîne û duayan dike ku kurê wê rojekê li vegere.

Dayika Yaşer niha bi tena xwe di nava 4 dîwaran de dijî û red dike biçe bajêr da ku bi kurê xwe yê dîtir re bijî, bi wê re jî naxwaze hêviya vegera Welat qut bike.

Yaşer bang li aliyên têkildar kir ku ji bo eşkerekirina çarenûsa girtiyên li gel çeteyên DAIŞ’ê bixebitin û hêvî kir ku çarenûsa kurê wê diyar bibe.

)fr(

ANHA


Mijarên Din