Hêvîn Ismaîl: Divê aliyên têkildar mercên jiyanî yên koçberan di ber çav re derbas bikin

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl bang li rêxistinên mirovî û aliyên piştevan kir ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmareke mezin a koçberan di kampê de bi cih bikin.

Ji ber bihabûna kirêya malan ku kirêya her malekê li bajarê Reqayê digihêje 40 dolarî, koçberên Girê Spî ku li herêmên Tebqa û Reqayê û gundewarên wan dimînin rewşeke jiyanî ya zehmet dijîn.

Ji ber van şertên zehmet koçberan berê xwe da kampa Til Semin a li gundewarên bakurê Reqayê ku Meclisa Girê Spî di 22`ê Mijdara sala borî de ji bo koçberan ava kiriye.

Lê belê ji ber tengbûna rûbera kampê û kêm derfetan, pêşwazîkirina koçberan ji beriya mehekê ve hatiye taloqkirin. Koçberên ku berê xwe didin kampê rastî gotinên "Mixabin em nikarin we pêşwazî bikin, cih tune ye" tên, ku ev yek azarên wan zêdetir dike û nizanin berê xwe bidin ku derê.

Kamp li ser du beşan hatibû avakirin, di her beşekî de 500 kon dihat vedan. Ji wan 30 kon wekî dibistan ji bo zarokên kampê hatin veqetandin.

 Ji wê demê ve Meclisa Kantona Girê Spî hewl dide ku kampê ferehtir bike da ku karibe 500 malbatên din pêşwazî bike.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl wiha got: "Em li benda piştgirîdayînê ne da ku em dest bi vê qonaxê bikin. Hejmara koçberên ku berê xwe didin kampê ji derfetên me zêdetir e û pêwîstî bi piştgiriyê heye."

Hêvîn bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmareke zêdetir a koçberan pêşwazî bikin. Ji ber ku koçber rewşeke jiyanî ya zehmet dijîn û piştî ku ji malên xwe derketin cihên ku tê de bi cih bibin nabînin.

 Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 9`ê Cotmeha sala borî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê kir û her du bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir.

Li gorî daneyên Meclisa Kantona Girê Spî, hejmara koçberên Girê Spî û gundewarên wê nêzî 100 hezarî ye ku ji wan 3 hezar û 531 kes tenê di kampê de dimînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din