Hêvîn Îsmaîl: Dîwarê parçekirinê îdîayên Erdogan kifş kirin

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl got: “Lêkirina dîwarê parçekirinê li rojavayê kantonê îdîayên Erdogan ên"herêma ewle"kifş dike.”

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl di derbarê dîwarê parçekirinê yê ku dewleta Tirk li dora kantonê lêdike de ji ajansa me re axivî.

Hêvîn got: “Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û heta niha jî êriş didomin. Niha jî li Girê Spî dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê dike. Armanca dewleta Tirk beramberî gelên herêmê diyar e û îdîayên avakirina"herêma bi ewle" wekî ku ji dezgehên çapemaniyê re radigihîne bê bingeh in. Gelên Sûriyê ji berê ve siyaseta dewleta Tirk a dagirker û binpêkinên li herêmên dagirkirine nas dikin. Ji ber beriya niha piştî Efrîn di 18’ê Çileya 2018`an de dagir kir, dîwarê parçekirinê lêkir.”

Hêvîn axaftina xwe wiha domand: “Lêkirina dîwarê parçekirinê li rojavayê kantona Girê Spî, isbata berjewendiyên Erdogan li ser xaka me dike. Her wiha îdîayên avakirina"herêma bi ewle"kifş dike.”

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî bal kişand ser bêdengiya civaka navdewletî û NY`yê û got: “Evê yekê hişt Erdogan siyaseta xwe berdewam bike.”

Hêvîn Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku aramcên Erdogan bibînin û sînorekî jê binpêkirinên li dijî gelên Sûriyê deynin, an na dê hîn zêdetir sivîl koçber bibin.

Hêjayî gotinê ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkiriye bi ser xaka Tirkiyê veke. Beriya niha dîwarê parçkirinê di navbera gundên Kendalê û Celbê lêkir. Dîwar 14 km dikeve rojavayê kantona Girê Spî.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din