Hêvîn Îsmaîl: Rêzefîlma sûc û binpêkirinên Efrînê li Girê Spî dubare dibe

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi binpêkirinên xwe yên sûcdar ji talankirin, revandin û şewitandina malan mîna Efrînê kirin. Hêvîn bang li civaka navdewletî kir ku bilivin û wan sûcan der heqê gelên herêmê de rawestînin.

Piştî derbasbûna çeteyên artêşa Tirk a dagirker bajarê Girê Spî dest bi binpêkirinên xwe ji talankirin û revandina sivîlan mîna Efrînê kirin.

Girêdayî rewşên bajarê Girê Spî û gundewarê wê piştî ku hate dagirkirin, hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl ji ajansa me re axivî û got: "Piştî dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî bajêr di rewşek xirab de ye."

Hêvîn wiha domand: "Ji şêniyên ku ji bajêr derneketine Agahiyên girêdayî asta binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajêr têne berdestê me. Her wiha ji me re teqez dikin ku talankirin, kuştin û revandin der heqê sivîlan de tevî şewitandina malan piştî ku didizin berdewam in."

Hêvîn destnîşan kir ku zêdetirî nîvê şêniyên Girê Spî ber bi herêmên ewle çi li Reqayê yan jî  navçeya El-Çelebiye ya girêdayî kantona Kobanê  koçber bûne û wiha domand: "Wek Meclisa Kantona Girê Spî em rojane bênavber kar dikin ji bo ku pêdiviyên gelê Girê Spî peyda bikin. Me karmendên meclisê li ser 3 beşan belav kirin li Reqa, Eyn Îsa û El-Çelebiye ji bo ku heta tunekirina artêşa Tirk a dagirker wa pêdiviyên koçberan peyda bikin û wan bi rêxistin bikin."

Di dawiyê de Hêvîn Îsmaîl  bang li raya giştî ya cîhanî, rêxistinên mirovî û NY`î kir ku bi awayekî cidî li rewşê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binêrin ên ku ji hêla hevalbendê NATO`yê dewleta Tirk ve rastî komkujî, koçberkirin û binpêkirinan tên. Her wiha binpêkirinên wan rawestînin û ean ji axa Sûriyê derxînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din