Hêwa Selîm: Armanca dagirkeriya Tirk şerê navxweyî ye

Hêwa Selîm destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi armanca çandina tovê şerê navxweyî di navbera hêzên Kurd de tev digere.

Dewleta Tirk a dagirker 27 Gulanê bi operasyona bi navê ‘Pence’ êrîşên hovanê li ser Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin. Di êrîşan de gelê herêmê dibe hedef. Herêm ji aliyê dewleta Tirk ve bi dare zorê tê valakirin. Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk bi alîkariya pêşmergeyên PDK’ê tên parastin û pêşmerge gelek noqteyên xwe radestî leşkerên Tirk dikin.

Dewleta Tirk bi tenê êrîşan re pêk nayne, her wiha di nav bajaran de jî sîxuriyê belav dike. Li hember van êrîşan heya niha tu helwestên tund ji hêla aliyên peywendîdar ve nehatine dayîn.

Endamê rêveber ê Partiya Kedkarên Kurdistanî Hêwa Selîm têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.  

Selîm hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve wek siyaseteke qirêjî pênase kir û got: “Armanc ew e ku şerekî navxweyî di parçeyên Kurdistanê de çêke. Başûrê Kurdistanê di aliyê qanûnî de beşek ji axa Iraqê ye. Ev di Neteweyên Yekbûyî de tê zanîn û qebûlkirin. Binpêkirina sînor a dewleta Tirk li ser dewleta Iraqê çêdibe. Êrîşên ku çêdibin, yekem binpêkirina mafên hiqûqî û zagonî yên dewleta Iraqê ye. Lê mixabin heya nina dewleta Iraqê siyasetek ku parastina ax û gelê xwe bike, nemeşandiye.”

‘Bêdengî hevkarî ye’

Selîm bal kişand ser bêhelwestiya dewleta Iraqê û got: “Heger rasterast hevkariyek di navbera dewleta Iraqê û Tirkiyê de tune be jî, bi vê bêhelwestiyê ji dagikeriya dewleta Tirk re dibe alîkar. Ev nezelalbûna helwestan tê wateya ku ji êrîşan re razî ne.”

Selîm destnîşan kir ku çawa dewleta Iraqê ji van êrîşan re bê helwest e, berpirsên herêma Başûrê Kurdistanê jî ne xwediyê wê siyaset û hêzê ne ku li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Selîm got: “Bêdengî û hevkariya PDK’ê encama razîbûna dagirkeriyê ye.”

‘Dagirkerî ji bo pêşerojê metirsiyeke mezin e’

Hêwa Selîm diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezin e û wiha pê de çû: “PDK hê nizane ku dewleta Tirk bikeve cihekî zû bi zû jê dernakeve. Mînakên wê jî Îskenderûn û Qibris inû û li ber çavan in. Di salên 90’î de dewleta Tirk a dagirker bi hinceta hêza aştiyê ket Başûrê Kurdistanê û heya niha jî derneketiye. Ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê ev dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezin e.”

Selîm têkildarî îstixbarata dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê wiha anî ziman: “Başûrê Kurdistanê bûye wargeha îstixbarata dewleta Tirk a dagirker. Bi hinceta pêşxistina aboriyê dewleta Tirk a dagirker destwerdanê dike. Ji bo pêkanîna berjewendiya dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê tê valakirin. Ev jî bi armanca zextkirina gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ev metirsiyeke gelekî mezin e. Ev dagirkerî armanca xwe ew e ku tovê şerê navxweyî di navbera hêzên Kurd de biçîne.  Li ku derê destkeftiyên gelê Kurd hebin, dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan destkeftiyan dike.”

Di dawiyê de endamê rêveber ê Partiya Kedkarên Kurdistanî Hêwa Selîm diyar kir ku Parlamentoya Iraqê, hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê bi helwestên xwe yên qels nabin bersiva daxwaza gelê herêmê.

ANHA


Mijarên Din