Hêz û partiyên Kurdî ji bo yekitiyê li hev kom dibin

Wê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan ji bo ‘yekitiya neteweyî’ biçin Başûrê Kurdistanê.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, careke din mijara yekitiya neteweyî ket rojeva Kurdan. Herî dawî di vî warî de gava herî berbiçav di sala 2013'an de hatibû avêtin. Wê demê rêber Abdullah Ocalan, ji bo Kongreya Yekitiya Neteweyî bang li serokê Herêma Kurdistan a Federal ê berê Mesûd Barzanî û serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî kiribû.

Piştî vê ji her 4 parçeyan nûnerên partî û rêxistinên Kurdan destpêkê li Hewlêrê li hev kom bûbûn. Piştî civînê ji bo avakirina komîteya amadekar a kongreyê ku ji 21 kesan pêk dihat, biryarek hat dayîn. Kesên di komîteyê de cih girtin di warê perwerde, çand, çapemenî, wêje, aborî, hiqûq û hwd. de xebatin kiribûn. Piştî xebatên 4 mehan, xebatên ji bo yekitiya neteweyî hem di raya Kurdan hem jî di raya cîhanê de hatibûn nîqaşkirin.

‘XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWÎ DIDOMIN’

Yek ji endamên komîteya amadekar a wê demê parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bû. Taşçier ji Ajansa Mezepotamyayê re axivî û pêknehatina kongreyê û xebatên ji bo yekitiyê nirxandin.

Taşçier diyar kir ku hejmara delegeyên dê tev li kongreyê bibûna di navbera partiyên Kurd de hatibû nîqaşkirin, lê belê ji ber hin kesan di hejmara delegeyan de israr kiriye kongre pêk nehatiye û got: "Di warê hejmara delegeyan de tu nelihevkirinek tune bû. Mijara delegeyan di asteke nîqaşê de ma. Mijara, divê biryarên tên girtin bi yekdengî be hat nîqaşkirin. Gava ev pêk bê wê kongre ne di bin serweriya partiyekê tenê de be. Di mijara delegeyan de gumanek hebû; wê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çend delege hebin. Ev hatin nîqaşkirin. Lê em li van deran neketin nav van nîqaşan. Nîqaşa me ya li wir ev bû; divê temsîliyeta her çar perçeyan hebe, lê ev dibe li gor nifûsê, li gorî aktîvîteya wê rojê be. Ev jî di asta nîqaşê de ma. Ji bo hejmara delegeyan hat gotin bira 600 kes bin. Wê ev hejmar di navbera Kurdên li her çar perçeyan û yên diasporayê de bihatana parvekirin.”

Taşçier, diyar kir ku şert û mercên niha ji bo Yekitiya Neteweyî bêtir guncaw in û got: "Ji wê rojê heta niha 6 sal derbas bûn. Xebatên me bi awayekî bênavber dewam kirin. Tu partiyeke Kurd dev ji van xebatan berneda. Xebatên me yên ji bo yekitiya neteweyî, ji bo kongreya neteweyî didomin."

‘DÊ 70 NÛNER LI HEV KOM BIBIN‘

Taşçier, destnîşan kir ku sala 2013'an ji bo yekitiya neteweyî wexteke rast bû, lê belê rast nehatiye nirxandin û got: "Heger me wê çaxê kongre pêk bianiyana, wê niha qedera Rojhilata Navîn cuda bûya. Wê îro DAIŞ'ê êrişî Kurdan nekirana. Wê DAIŞ'ê sûd ji vê perçebûnê negirtana. Çima wê rojê ne îktîdar, lê êrişî Kurdan kirin? Divê em vê yekê ji xwe bipirsin."

Taşçier, diyar kir ku di nêz de çûne Herêma Kurdistana Federal û ji bo xebatên derbarê yekitiya neteweyî de danûstendin kirine û wiha domand: “Wê di demeke nêz de ji hemû perçeyan nêzî 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurd ji bo yekitiya neteweyî li Kurdistana Federe bên cem hev.”

(kc)


Mijarên Din