‘Hêza me heye û pêdiviya me bi hêzên dîtir tune ye’

Şêniyên Şengalê got, pêdiviya wan bi hêzên dîtir tune ye, rêveberiyeke wan heye û karên wan bi rê ve dibe, hêza wan a parastinê heyê. Şêniyan piştrast kir ku hikumeta Iraq û hêzên girêdayî PDK’ê berê li Şengalê bûn û hiştin komkujî li dijî gelên li herêmê pêk were.

Civaka êzidî di Tebaxa 2014’an de di komkujiyeke bi destê çeteyên DAIŞ’ê re derbas bû û di encamê de bi hezaran qurbanî çû. Ew jî piştî vekişîna hêzên Ira û pêşmergeyên PDK’ê ji nuqteyên li herêmê pêk hat.

Şêniyên êzidî xwe bi xwe bi rêxistin kir, YBŞ’ê ava kir û bi alîkariya HPG’ê di 2015’an de Şengal bi tevahî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî 6 salan ji rizgarkirina Şengal û damezrandina Rêveberiya Xweser û hêzên wê, hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê dixwazin dîsa derbasî Şengalê bin. Bi wê re jî di 9’ê Cotmeha îsal de li ser Şengalê peymanek îmze kir, da ku destkeftiyên êzidiyan derbe bikin, vîna wan têk bibin. Lê ev peyman komployeke bi beşdariya dewleta Tirk e, da ku komkujiyên DAIŞ’ê dest pê kirine, temam bike.

Artêşa Iraqê di şeva 25 vê mehê de, hêzên xwe sewqî derdora Şengal, sînora Iraq-Sûriyê kir, bi wê re hikumeta idîa kir ku ew tetbîqatên leşkerî ye û bi armanca pevguherîna endamên xwe ye. Lê belê hêzên ku berê li herêmên hatine belavkirin, ji herêmê nehatin kişandin, lê belê yekîneyên polîs û hêza girêdayî hikumeta Iraqê lê hatin zêdekirin.

 ‘TU HÊVÎ DI HÊZÊN KU ŞÊNIYÊ XWE LI BER KOMKUJIYAN HIŞTIYE, TUNE YE’

Der barê komploya li dijî civaka êzidî de, nêrînên şêniyên Şengalê hatin girtin. Girêdayî vê, şêniyê bi navê Salih Reşo wiha got: "Tu pirsgirêk li gel me tune ku alî werin û beşdarî jinûve avakirina bajarê me bibin û revandiyan vegerîn. Lê belê dê çi hêviya me ji hêzên ku em hiştin û revîne hebe. Êdî baweriya me bi wan tuneye. Ji ber dê dîsa me careke din li hember komkujiyan bihêlin."

Reşo wiha domand: "Dibe ku di nava navneteweyî de girêdayî hikumeta Iraqê bin, lê belê wê em li hember fermanê hiştin. Heke dixwaza ji nû ve vegere divê tiştên me ji destdayî, vegerîne. Ji bilî wê mafên tu aliyekî tune ye ku li ser rêvebirina Şengalê biaxive."

 ‘PÊDIVIYA ME BI TU KESÎ TUNE YE, DÊ CIWANÊN ME PARASTINA ME BIKIN’

Şêniyê bi navê Silêman Xelef wiha da zanîn: "Em ne hikumeta Iraq, ne jî PDK’ê dixwazin, pêdiviya me bi kesekî tune ye, li gel me hêzên leşkerî hene ku me biparêzin û em pirsgirkên xwe bi xwe çareser dikin. Rewşa li Şengalê aram e. Tu pêwîstiya aliyekî dîtir di vê merheleyê de were tune ye. lê belê di dema ku pêdivî bi hebûna wan hebû, wan Şengal li beramber komkujiyan hişt, gelo ew di dema hemelya qirkirinê de li ku bûn?"

Xelef wiha destnîşan kir: "Em bi fermana DAIŞ’ê firotin."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Murad Şengalî diyar kir ku partiyên ku dixwazin vegerin Şengalê, bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê dibêjin PKK’ê Şengalê bi rê ve dibe, da ku lîstoka xwe ya qirêj a bi rêvebirina dewleta Tirk bilîzin. Lê belê PKK’ê civaka êzidî di fermana dawiyê de rizgar kir û dema bajar hat rizgarkirin, li cihên xwe vegerîn û birêvebirian Şengalê ji şêniyên wê re hişt.

Şengalî da zanîn ku hikumeta Iraq û PDK’ê dixwazin xwe li çiyayên Şengalê bi cih bikin. Lê belê ev ne pêkan e.

 ‘LI DIJÎ ÊZIDIYAN KOMPLOYA TÊKBIRINÊ HEYE’

Murad Şengalî peymana dawiyê ya di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de bi komploya têkbirina êzidiyan bi nav kir û piştrast kir ku vê carê tu kes nikare civaka êzidî têk bibe, ji ber li gele wan hêzek heye û wiha pê de çû: "Hikumeta Iraqê ji 10 heta bi 40 hezar leşkerên xwe li derdora Şengalê bi cih kirin, gelo çi sûda vê heye. Ji ber dema 15 hezar leşkerên wê di êrişkirina DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hebûn, revîn û li hember DAIŞ’ê nesekinîn."

Murad Şengalî wiha bi dawî kir: "Şêniyên Şengalê pişta hêzên xwe bernadin, ji ber ew hêza yekane ya parastina wan e û narevin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din