Hêzên dagirker bajarokê Şiyûx ê Kobanê topbaran dikin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Şiyûx ê Kobanê topbaran dikin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane,  leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Cerablusê ya dagirkirî, bajarokê Şiyûx ê li qiraxa rojhilat a çemê Firatê li Kobanê topbaran dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku heta niha 5 top li baxçe û avahiyên ku karker tê de dixebitin ketine.

Têkildarî ziyanên mirovî heta niha agahî nehatin bidestxistin.

ANHA


Mijarên Din