Hêzên dagirker gundên Şehbayê topbaran dikin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên kantona Şehbayê topbaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji herêma Ezazê ku dagir kirine bi çekên giran gundên "Beylûnê, Eyn Deqne û derdora girê Til Rifetê yên girêdayî kantona Şehbayê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di saetên piştî nîvor ve bi çekên giran gundên Malikiyê û Marenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin. Li gundan niha bêdengî serwer e.

ANHA


Mijarên Din