Hêzên dagirker  li Efrînê avakirina baregehên xwe didomîne

Artêşa dagirkeriya Tirkiyê li herêma Raco ya girêdayî Efrînê baregehek leşkerî ava kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bidest xistine, artêşa dagirkeriya Tirkiyê li ser girê rojhilatê gundê Dewrêş a girêdayî navçeya Racoyê ya bi ser Efrînê ve, baregeheke leşkerî ava kir.

Tê zanîn ku ji destpêka ku dagirkeriya Tirkiyê di Adara sala derbasbûyî de Efrîn dagirkir, gelek baregehên leşkerî ava kirin.

Ev baregeh jî piştî ku dagirkeriya Tirkiyê çêkirina baregeha li navçeya Cindirêsê bidawî kiriye, hate avakirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din