Hêzên dagirker li Efrînê jinek ciwan birîndar kirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Burc Qas ê navçeya Şêrawa ya Efrînê jinek ciwan birîndar kir.

Nûçegihanên me ji Efrînê diyar kirin ku jina ciwan Menar Elî Nasir li gundê Burc Qas ê navçeya Şêrawayê beriya dema fitarê ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve hate gulebarankirin û birîndarkirin.

Şêniyan Menar rakirina naxweşxaneya bajarokê Zehra ya nêzî gundê Burc Qas. Li gorî agahiyan rewşa Menar baş e.

Gelek caran dagirkeriya Tirkiyê bi armanca ku şêniyan koçber bikin gundê Burc Qas û gundên derdorê dike hedef.

ANHA


Mijarên Din