Hêzên dagirker li Şêrawayê dar û zeviyên çandiniyê dan ber agir

Hêzên dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hezaran zeviyên çandiniyê dan ber agir.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê girêdayî wê şewitandina bax û baxçeyên şêniyên Efrînê didomîn. Hêzên dagirker di du rojên derbasbûyî de 3 hezar hektar zeviyên çandinî, darên zeytûn û tiriyan şewitandibû, rûbera zeviyên şewitî gihiştiya zêdeyî 14 hezar kektarî.

Îro jî dagikeran zeviyên çandiniyê, darên zeytûn û geylaz li gundên navçeya Şêrawayî dan ber agir. Heta niha derdora hezar darên zeytûnan, 500 darên geylaz dîsa 80 hektar li gundên Bînê, Keşetar, Teneb, Celberê û Meryemîn şewitîn.

Şênî ji danê nîvor ve hewl dide agir vemirînin, lê bê encam e.

ANHA

 


Mijarên Din