Hêzên dagirker navçeya Til Rifetê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên vê êvarê de bi hawanan navçeya Til Rifetê dan ber topban.

Nûçegihanên me ragihandin  ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokê Mariyê navçeya Til Rifetê dan ber hawnan.

Nûçegihanan diyar kirin du top li jîngehên sivîlan ketin, di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên sivîlan.

ANHA


Mijarên Din