Hêzên dagirker êrişî Til Rifetê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Hîlal ê navçeya Til Rifetê topbaran dikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê tevî bangewaziyên agirbestê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Hêzên dagirker di van kêliyan de gundê Şêx Hîlal ê navçeya Til Rifetê yê kantona Şehbayê topbaran dikin.

Der barê encamên êrişê de agahî nehatin zanîn.

ANHA


Mijarên Din