Hêzên dewleta Tirk ji baregeha Wetiye ya Lîbyayê vekişîn

Çavkaniyeke lîbyayî ragihad ku piştî hêzên dewleta Tirk derbeyên giran xwarin, ji herêma baregeha Wetiye vekişîn û Enqere li xwe mukir hat ku pergala parastina asîmanî ya Tirkiyê hatiye rûxandin.

Li gorî tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên lîbyayî, piştî ku artêşa Lîbyayê piştrast kir ku hêzên dewleta Tirk derbên mezin di encama hedefgirtina baregeha Wetiye de  xwarin û piştrastkirina Enqereyê ya ku pergala asîmanî hatiye rûxandin, hejmareke mezin ji hêzên dewleta Tirk ji baregeha asîmanî ya li başûrê rojavayê Terablusê, vekişî.

Li aliyekî din jî, gerînendeyê Tewcîh El-Manewî ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayî  serbaz Xalid Mehcob şeva berê ragihand ku dê derbeyên dîtir mîna wê di demeke nêz de li ser baregehê çêbin û wiha got: "Em bi dewleta Tirk re têkildarî berjewendiyên wê di petrola Lîbyayê de di şerekî rastîn de ne."

Her wiha Mehcob eşkere kir ku radar û pergala parastinê ya asîmanî ya dewleta Tirk li Wetiyeyê hatin hedefgirtin, karwanekî leşkerî jî li ser rêya herêma kevana petrolê jî hat hedefgirtin. Zirarên dewleta Tirk di aliyê cebilxaneyên leşkerî de mezin bûn û derbeya li bargeha Wetiyeyê ji bo dewleta Tirk piştî bombebarankirina baregehê bi 9 derbeyan, pir giran bû.


Mijarên Din