Hêzên DYA’yê 2 baregeh li kantona Qamişlo ava kirin

Hêzên DYA’yê îro 2 baregehên nû li bajarê Qamişlo û li navçeya Tirbespiyê ava kirin.

Îro karwanekî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji nêzî 20 kamyonên bi alavên leşkerî pêk tê, bi rêya dergeha El-Welîd a navçeya Til Koçer derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Paşê hejmareke ji hêzên Amerîkî li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bi cih bûn û hêzên din berê xwe da yek ji gundên bajarê Qamişlo.

Li gorî çavkaniyan ku hêzên Amerîkî 2 baregehên xwe ava kirin. Baregehek li navçeya Tirbespiyê û ya din jî li gundê Hîmo yê rojavayê bajarê Qamişlo ye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din