Hêzên Erka Xweparastinê xebatkarên xwe xelat kir

Hêzên Xweparastinê, xebatkarên Navenda Serdem ên beşê werzîş, huner, ragihandin ên girêdayî xwe bi şahiyekî, xelat kir. 

Hêzên Xweparastinê, xebatkarên Navenda Serdem (werzîş, huner, ragihandin) ên girêdayî xwe bi şahiyekî xelat kir.  Şahî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên Hêzên Xweparastinê û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî şahiyê bûn.  

Destpêkê Koma Bando ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê meşek bi rîtîm pêşkêş kirin û bi lêxistina sirûda netewî "Ey Reqîb" re ji bo şehîdan rêz hat girtin. Piştî we pêşkêşvanê şahiyê Ferhad Merdê bi xêrhatina mêvan û beşdaran kir.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê Herêma Cizîrê Hisên Ezam li ser girîngiya şahiyê axivî. Ezam diyar kir ku ew ê bi van ciwanên serkeftî nifşek nû ava bikin.

Xelat ji aliyê Dr. Hisên Ezam, Abdulkerîm Saroxan, bi navê Çand û Huher Cemîl, bi navê Akedemiya Werzîşê Delîl, bi navê Hêzên Xweparastinê Siyamend, bi navê YPG’ê Nûrî Mehmûd, bi navê YPJ’ê Rojda ve hat dayîn.

Komên xelat girtin tîma Zilaman a fotbolê ya Serdem, tîma ciwanan a fotbolê ya Serdem, tîma Nûjen a Serdem, tîma zarokan a fotbolê ya Serdem, tîma voleyvol a jin a Serdem, tîma basketbol a jin a Serdem, tîma tekwando ya zarokan,  koma Bavê Teyar, koma jin a şano, koma Serdem a şano, tîma werzîşên giraniyê, koma bando, koma muzîkê ku beşdarî şahiyan dibe, tîma Asayîşê ya fotbolê, kluba Dîcle, ragihandina wersîşê ya Serdem, kluba giştî ya werzîşê ya Serdem, koma muzîkê ya Serdem.

Paşê kesên ku xelat girtin diruşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Piştre tîma tekwando hinek teknîk pêşkêş kirin.

Piştî wê jî koma muzîkê ya Serdem, hunermed Sefqan, hunermed Mueyed Şeyiş stran gotin. Helbestvan Ferhad Merdê jî helbest vegot.

ANHA


Mijarên Din