Hêzên Ewlehiyê rêjeya madeyên hişbirê ku desteser kirine, eşkere kir

Bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a herêma Cizîrê kongreyek çapemeniyê li dar xist. Tê de serjimariya madeyên hişbirê ku desteser kirine û toreyên bazirganiya madeyên hişbirê girtine eşkere kirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Rêxistinkirî, bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê kongreyek çapemeniyê li dibistanê ajokariyê ya gundê Şork ê girêdayî bajarê Qamişlo li dar xist û serjimariya salane ya madeyên hişbirêku desteser kirine û toreyên baziorganiya madeyên hişbirê ku girtine eşkere kirin.

Nûnerên Desteya Hundirîn, Desteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Lêpirsîn û Dozgeriyê û endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya herêma Cizîrê tev li kongreyê bûn.

Endamê Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn Reşîd Seydo der barê miqdarê madeyên ku hate desteserkirin û torên ku hatin girtin xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn / Buroya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Herêmê Cizîrê em hewl didin belavbûna vê diyardeyê kêm bikin û kesên bazirganiyê wê didin an jî propgendayê wan dike bi sînor bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, 515 kes ji kesên ku bi kar di anîn anî jî bazirganiya wan dikin hatin girtin, her wiha miqdareke mezin a madeyên heşîşê, heb û madeyê hişbiriyê hatin desteserkirin û bi amadebûna Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, Desteya Ciwan û Werzîşê a Herêma Cizîrê, Desteya Lêpirsîn û Dozgeriyê ya Herêma Cizîrê û endamên Buroya Têkoşîna Li dijî Sûcên Rêxistinkirî ya herêma Cizîrê dê werin îmhakirin."

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya madeyên heşbiriyê ku ji dîroka 26‘ê Hezarîna 2018 heta 25‘ê Hezarîna 2019 wiha ye:

Heşîş: 93 hezar û 84 gram, zêdeyî nîv gram madeya macûn, heşîşa Qeneba Hindî û Qenez û hin cûreyên din ên hişkirî hurkirî. Her wiha 5 şitleyên Qenez û 7 çixareyên macûn.

Libên hişbiriyê:70 hezar û 704 heb ji cûreyên (Cacticol / Zolam / Biogapaline / Tramadol / Hexazol / Inditro / Diazepam / Newdol / Fustan / Sodafid Plus / Clonazepam / Baltan / Carizol / Oxidol / Oxi codon / Ketonazole / Sudakaine / Kptagun / Dexamide / Blomed).

Madeyên hişbiriyê: 65 hezar 580 gram û nîv gram ji cûreyên; Heroin, caffeine, cocaine, bio-geline, crystal, salt spirit û 19 derziyên Heroin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku ji bo jiyana azadû bi rûmet giyanê xwe dane ditewînin. Wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn/ Têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî/ soz didin gelê xwe ku em ê parastina civaka xwe ji her nexweşiyên ku ziyan dighîne wan bikin, çi hişbirî be û çi jî wekî din be."

Piştî xwendina daxuyaniyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn li pêşiya beşdaran madeyên hişbiriyê şewitandin.

ANHA


Mijarên Din