Hêzên Ewlehiya Hindrîn dewreyek bi dawî kir

Li Minbicê Akademiya Şehîd Mehmûd Elî dewreyek nû ya endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bi navê dewreya Şehîd Îbrahîm Omer Ehmed bi dawî kir.

Îro Akademiya Şehîd Mehmûd El-Alî dewreke nû ji endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn  a bi navê Şehîd Îbrahîm Omer Ehmed bi dawî kir. Dewreya ku 15 rojan dewam kir, bi merasimekî bi dawî bû.

Merasîma bi dawîkirina dewreyê bi beşdariya endam û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Minbicê, malbata şehîd Îbrahîm Omer Ehmed,  hat bidawîkirin.

Merasim bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî ku şervanan sonda leşkerî xwarin, dayîka şehîd Îbrahîm Omer Ehmed dewre li şervanan pîroz kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din