Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Kobanê dest bi pêngava paqijiyê kir

Vê sibê endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, bi armanca paqijkirina kolanên sereke yên bajarê Kobanê, dest bi pêngava paqiiyê kir.

Bi dehan endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, bi armanca paqijkirina kolanên sereke yên bajarê Kobanê, beşdarî pêngava paqijkirinê bûn.

Beşdarên pêngavê got pêngav bi armanca paqijkirina Kolana Firina Alî, rêya Helebê, Kolana 48`an, Kolana Meheta, rêya Cerabulsê, Kolana Sînaa, Qada Şehîd Egîd û Çerxerêya Jina Azad dest pê kiriye.

Têkildarî mijarê beşdaran diyar kir ku divê erka parastina ewlehiya bajêr, li pêşiya paqijkirina bajar nebe asteng.

Tê payîn ku pêngav heta saetên êvarê dewam bike. Tê zanîn ku ev pêngav bi pêngavên paqijkirinê yên bajarên din re yên girêdayî herêma Cizîrê ku ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser û hejmarek ji saziyên civaka sivîl ve hatiye destpêkirin, pêk hatiye.

Her wiha ji erka vê pêngavê ye ku girîngiyê bide paqijkirinê û civakê têkildarî parastina paqijiya bajaran hişyar bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din