Hêzên Ewlehiya Hundirîn pîlanên şaneyên veşartî vala derxistin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn(Asayîş) li kantona Hesekê, hejmarek ji mayînên ku şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê, li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Holê çandibûn bêbandor kirin.

Ji ber agahiyan li ser hebûna çend mayînên li ser rêya di navbera Hesekê û navçeya Holê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn rê  ji saetên sibehê de girtinibûn.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê diyar kirin ku mayîn li nêzî gundê Red El-Şeqra hatibûn çandin.

Her wiha çavkaniyan bal kişandin ser ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn, da ku bikarin mayînan bêbandor bikin, herêm dorpêc kirin, piştî vekirina mayînan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn rê li pêşiya çûn û hatina erebeyan vekirin.

Tê zanîn ku hîn jî hêzên Ewlehiya Hundirîn bi rêya dewriyan, bergiriyên pêwîst digire.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din