Hêzên Ewlehiya Hundirîn: Teqîna li Tirbespiyê xwendekar kirin hedef

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên navçeya Tirbespiyê agahiya teqîna li Dibistana Xewla ya keçikan ku xwendekar kiribûn armanc û tê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, piştrast kir. Her wiha diyar kir ku erebe ji dûr ve hate teqandin.  

Hêzên Ewlehiya Hundirîn diyar kir ku erebe cureya Mitsu bû û numreya Reqayê li ser bû. Di vê derbarê de hêzên ewlehiyê yekser dest bi lêpirsînê kir.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn  tekez kir ku teqînê xwendekarên dibistanê kiribûn armanc.

Rêveberê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hogir Arefat ji ajansa me re diyar kir ku erebeya hate teqandin, li kêleka Dibistana Xewla ya keçikan a li pêşiya perîdê bû û ji dûr ve hate teqandin. Hogir Arefat  got lêpirsîn berdewam e da ku ku kesên ev karê terorîstî kirine, werin naskirin.

Arefat tekez kir ku di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û rumûsên wan nehatin naskirin û 2 kesên din jî birîndar in.

Tê zanîn ku beriya demekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet piştî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêma Cizîrê bi taybetî, rêzeteqînên bi erebeyên bombebarkirî û motorsîkletan pêk hatin. Di vê derbarê de şêniyên herêmê gefên Tirkiyê wek zindîkirina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dikin, dibînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din