Hêzên ewlekariyê li Şedadê rê li ber êrişekê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê motorsîklêtek bombebarkirî ku li navîna rêya giştî hatibû bi cihkirin, bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek li ser mijarê daxuyanî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser agahiyên ku çavkaniyên taybet dane me ku motorsîkêtek bombebarkirî hatiye bicihkirin, saziyên ewlehiyê dest bi şopandinê kir. Di encama kordîneya di navber beşên çavdêrî û operasyonan de, cihê motorsîklêtê ya ku li navîna rêya giştî li hember kilînka Dr.Ibrahîm Cebûr hatiye hiştin, hate naskirin. Di dîmenên ku kamîreyan qeyd kirine, kesek ku rûyê wî girtîbû motorsîklêt li cihê ku şênî pir lê kom dibin dihêle.

Li ser wê dewriyek girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî tîma endezeya mayînan, çû cihê motorsîklêtê, cih dorpêç kir û sivîl jê dûr xistin. Diyar bû ku motosîklêt ji bo ku bi rêya telefonê ji dûr ve bi teqe hatiye amadekirin. Lê endamên tîmê motosîklêt bê bandor kir.

Hêzên me şênî hişyar dikin ku hertim baldar bin û ji ber her tevgerek bi guman an jî tiştek nenas dîtin, navend an jî nuqteya herî nêz a Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin, nemaze ku tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê zêde bûye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din