Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber êrişekê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê hewldana êrişeke bi rêya motorseklêtek bombebarakirî têk bir û çeteyek ku hewl dide êrişê pêk bîne girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de ev agahî parve kir: "Hêzên me yên dezgeha giştî ya ewlekariyê sibeha roja sêşemê 17‘ê Adarê li nêzî çarxerêya Etal a bajarokê Zubyan ê rojhilatê Dêrazorê terorîstekî şaneyên DAIŞ‘ê girt. Di lêpirsînê de terorîst li xwe mukur hat ku plana teqandina motorseklêteke bombebarkirî li bajarê dikirin.

Li gorî rêveberê dezgeha ewlekariyê ya giştî di dema girtinê de terorîstekî din ku pêre bû reviya."

ANHA


Mijarên Din