Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê: Erka me parastina bajarê me ye

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbic û gundewarê wê got: “Di vê pêvajoyê de ji erkên me ye ku kombûnan belav bikin û biryara qedexeya derktina derve pêk bînin. Divê şênî biryara qedexeya derketina derve bînin cih û tenê di rewşên pêwîst de derkevin.”

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarê wê Ciwan Ehmed ji ANHA`yê re axivî.

Fermandariyê got: “Pandemiya Korona êdî tevahiya dewletên cîhanê tehdîd dike. Tevî ku dewletên  ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve pêşketine, lê divê bikevin ferqa xeteriya vîrûsa bi rêya girtina tedbîrên hişyariyê.”

Ehmed îşaretpê kir ku biryara qedexeya derketina derve ji bo parastina şêniyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo şopandina xweparastinê ji vîrûsa Korona, Şaneya Kirîzê hate avakirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşek ji şaneyê ne. Ji bo ku em rola xwe di parastina gel de bilîzin û rê li pêşiya belavbûna nexweşiyê li herêmê bigirin. Bi taybet li gel ku heta niha tu haletên vegirtina vîrûsê nehatine belgekirin.”

Ehmed şênî teşwîq kirin ku tedbîr û bergiriyên xweparastin di nav de pêkanîna qedexeya derketina derve bînin cih û wiha axivî: “Em ji şêniyan dixwazin ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bibin yek da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsê bigirin. Biryara qedexeya derketina derve ji bo berjewendiya şêniyan e û ne girêdayî aliyên siyasî yan jî leşkerî ye. Di vê qonaxê de ji erkên Hêzên Ewlekariya Hundirîn in ku kombûnan ber belav bikin û biryara qedexeya derktina derve pêk bînin.”

 Ehmed destnîşan kir ku pêwsîte şênî biryarê bînin cih û ji mal dernekevin tenê di rewşên awarte de derkevin.

( şx)

ANHA


Mijarên Din