Hêzên Ewlekariya Hundirîn banga pêkanîna biryara qedexeya derketina derve kir

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronvîrusê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku biryara qedexeya derve bi cih bînin, her wiha dewriye li nava kolanan digerin û banga pêkanîna biryar û xweparastinê dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê beriya 3 rojan qedexeya derketina derve ragihand.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta vê saetê tu rewşên vîrusê nehatine tomarkirin.

Hêzên Ewlekariyê di roja 3`yan a qedexeya derketina derve de, vê sibê li bajarê Qamişlo daketin kolanan û bang li welatiyan kir ku biryarê bi cih bînin û tenê dema pêwîstî pê hebe, ji malên xwe derkevin.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî bi piranî biryara qedexeya derketina derve bi cih tînin, lê ji aliyê çend kesan ve biryar tê binpêkirin. Tenê firoşgehên kel û pelan, dermanxane û navendên tenduristiyê dê karên xwe berdewam bikin.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din