Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bi gefên Tirkiyê re DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirin

Piştî çend teqînan li her du kantonên Hesekê û Qamişlo, Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ`ê di van demên dawîn de li gel gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera xwe zêde kirine.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî teqînên ku li bajarê Hesekê û bajarokê Şedadê rû dane daxuyanî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi armanca hejandina ewlehiya herêmê û afirandina atmosferek ji xof û tirsê di nav şêniyan de, kiryarên xwe didomînin. Rêxistina terorîst bi rêya ajandeyên xwe ji vê sibehê ve (4`ê Tebaxê) sê teqîn pêk anîne. 2 li taxên bajarê Hesekê El-Neşwa El-Xerbî û El-Mişêrfe, di encamê de ciwanek 15 salî jiyana xwe ji dest da."

Gelek berpirsên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan ku bi gefên Tirkiyê re DAIŞ`ê tevgera xwe zêde dike.

Tirkiyê hêzên xwe li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derdora mehekê ve kom kirine û gefa dagirkirina herêmê dixwe.

Di nav daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Her wiha teqînek din li bajarokê El-Şedadê li nêzî gundê Edle li ser rêya di navbera Şedad û Dêrazorê de pêk hat. Çeteyan erebeyek leşkerî kirin hedef. Di encamê de ajokarê erebeyê birîndar bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ji gelê xwe re tekez dikin ku şaneyên rêxistina terorîst cudahî naxe di navbera sivîl û leşkeran de. Hêzên me dê hewl bidin karê xwe di eşkerekirina kesên ku ewlehiya herêmên me dike hedef berdewam bikin. Heta ku tevahiya kesên ku destên wan di van bûyeran de hene eşkere bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din