Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Dagirkeriya tirk ji sibehê de gundên sînorî topbaran dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşekere kir ku artêşa Tirk a dagirker îro ji saetên sibehê de hejmareke gundên sînorî ji navçeya Zirganê û heta gundewarê bajarê Qamişlo, topbaran kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Îro duşemê (8’ê Tebaxê) serê sibeha artêşa Tirk a dagirker hejmareke gundên sînorî topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin û hejmarên topan wiha ne: Gundê Til Zîwan ê gundewarê bajarê Qamişlo (2 topên hawanê), gundê Xanîka yê gundewarê Amûdê (3 top), bajarokê Zirganê (3 top), gundê Çetelê ê gundewarê Dirbêsiyê (3 top).”

(cx)


Mijarên Din