Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyek bi dawî kir

Akademiya Şehîd Mehmûd Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û Gundewarên Wê dewreya 13`an bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Mehmûd Elî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Mihemed Ehmed Mustefa bi merasîmekê bi dawî kir. 38 endam beşdarî dewreyê bûn. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn. Dewreya perwerdeyê 45 rojan dewam kir.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, her wiha fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Di merasîmê de cîgirê Komîteya Hundirîn Abdulkerîm Bekar axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû endaman pîroz kir. Bekar destnîşan kir ku pêwîstiya welat bi ciwanan heye da beşdarî pêşketin û avakirina welatê xwe bibin.

Paşê ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selah Cûma axivî û bidawîkirina dewreyê pîroz kir û got ev cihê serbilindiyê ye.

Her wiha ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Fatma Şeriq jî axivî, bidawîkirina dewreyê pîroz kir û got Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiyê her tiştî feda dikin.

Paşê bawername li hemû endamên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûbûn, hatin belavkirin.

Di dawiyê de endaman soz da ku ew ê heta dawiyê parastina aramî û ewlehiya herêmê bikin û her tiştê ku di perwrdeyê fêr bûne, li gorî pîvanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi kar bînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din