Hêzên Ewlekariya Hundirîn girêdayî êrişa li Qamişlo daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê êrişa li Qamişlo de daxuyanî da û got: “Hêzên rejîma Sûriyê berpirsê şehîdxistina û birîndarkirina endamên me ne.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekeriya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî hedefgirtina hêzên rejîma Sûriyê dewriyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navenda bajarê Qamişlo, ku di encamê de endamekî hêzê şehîd ket û yek din birîndar bû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Endamên rejîma Sûriyê îro 4`ê Nîsanê dewriyek hevpar a hêza me bi makenîzmeya girêdayî Şaredariya Gel tevî hejmarek karkerên paqijiyê, her wiha erebeyek girêdayî warê tenduristiyê  li bajarê Qamişlo kirin hedef. Di  erebeya leşkerî ya girêdayî hêzên me de hejmarek endamên Ewlekariya Hundirîn hebûn. Di encama hedefgirtinê de endamek me birîndar bû ew rakirin nexweşxaneyê û endamekî din ji ber birînên xwe gihaşt asta şehadetê.

Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn em sersaxî ji hêzên xwe, malbata şehîd û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em kiryara tirsonek a endamên rejîma Sûriyê şermezar dikin. Em ji gelê xwe re teqez dikin ku mîna van êrişan wê israr û vîna me ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê neşkînin. Berpirsyariya vê kiryara sûcdar û tirsonek a hêzên rejîma Sûriyê ye.”

(şx)


Mijarên Din