Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke bazirganên şûnwaran girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Reqayê 4 bazirganên parçeyên dîrokî, di dema hewldana firotina hin parçeyan de, girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku Nivîsgeha Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê piştî şopandina 3 rojan bazirganên parçeyên şûnwaran li Tebqayê girtin.

Li gorî agahiyên ku navenda çapemeniyê belav kirin, 4 kesên ku bazirganiya parçeyên şûnwaran dikir, bi kemînekê di dema hewldana wan a firotinê de vê sibehê hatin girtin.

Navendê destnîşan kir ku bazirganan niyet dikir ku parçeyan bi 25 hezar dolarên Amerîkayê bifiroşin, her wiha bi bîr xist ku li gel 9 cureyên parçeyên şûnwarî ji peyker, parçeyên pere yên cur bi cur, madeyek ji axê (hêvan) hebûn.

Nivîsgeha Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî komeke bazirganên entîkeyan jî di mehên borî de girtinû û ji Desteya Îdia û Lêpirsînê re hatibûn veguhastin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din