Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Eyn Îsayê li ser karê xwe ne

Bi armanca parastina jiyana welatiyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Eyn Îsayê biryara qedexeya derketina derve bi cih tînin. Hêzê piştrast kir ku şênî pabendî biryarê ne.

Li navçeya Eyn Îsayê biryara qedexeya derketina derve kete pratîkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya  Eyn Îsayê li ser karê xwe ne. Çûn û hatin tenê ji bo rewşên mirovî, ambulans, kamyonên veguhastina kel û pelan heye û nahêlin kombûn çêbe.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) şaxê navçeya Eyn Îsayê Welat Bozan pabendiya xwe bi biryarê û parastina jiyana welatiyan anî ziman. Bozan diyar kir ku ew welatiyan der barê biryara qedexeya derketina derve de hişyar dikin û dema binpêkirin dubare bibe, yekser kes tê girtin, lê heta niha rewşeke wiha li navçeyê derneketiye.

Welat Bozan bang li welatiyan kir ku jiyana xwe biparêzin û li gorî biryarê tev bigerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser kar û xebata xwe berdewam dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din