Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê tedbîrên cejnê girtin

Bi boneya cejna Remezanê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê cejna hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û tedbîrên parastinê girtin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Remezan Şêxan axivî û bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn cejna Remezanê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên Sûriyê pîroz kir. Şêxan bang li şêniyên Reqayê kir ku li gorî tedbîrên hêzên ewlekariyê tev bigerin.

Remezan Şêxan tedbîrên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtine, wiha bi rêz kirin:

- Her saet dê li têketin û derketinên bajarê Reqayê dewriye hebin û dê rasterat têkiliyên dewriyeyan bi odeya operasyonên taybet ên li bajêr re hebe.

- Ji bo silametiya şêniyan û hêsankirina veguhastina şêniyên di nava taxên bajêr de, dê bi hêzên trafîkê re bikevin nav kar û xebatê.

- Ji 24 heta 27’ê mehê dê kamyonên mezin û navîn derbasî nava bajêr nebin; ji wan sehrîc, qelabe û traktor in.

- Divê çek neyên bikaranîn û eger werin bikaranîn, yekser tên desteserkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Remezan Şêxan bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîrên Hêzên Ewlekariyê tev bigerin û dema rewşeke awarte derket, yekser bi hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî re bikevin nava têkiliyê.

eh

ANHA


Mijarên Din