Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Me li Hesekê tu herêm vala nekirine

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê diyar kir ku gotegotên dibêjin wan welatiyên ji qadeke Hesekê derxistine da ku herêmeke leşkerî lê ava bikin, ne rast in.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Cizîrê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hin ajansên medyayê yên hundirîn di demên dawî de nûçeyek ku ji aliyê endamekî televîzyona Rûdawê ve derketibû, weşand. Di wê nûçeyê digot ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn welatiyên qadeke li bajarê Hesekê derxistine bi armanca avakirina herêmeke leşkerî.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pêkanîna erka parastina miletê xwe û ewlehiya giştî û pêkanîna zagonên ku ji aliyê encûmena zagonsaz, encûmena dadwerî û rayedarên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji me tê xwestin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Cizîrê, em ji tevahî miletê xwe re didin diyarkirin ku ev nûçeyên hatine weşandin, ne rast in û projeyeke bi vî rengî di sîstema me de tune ye. Hêzên me karê li dijî zagon û biryaran qet nakin.

Banga me ji hemû ajansan re ye ku li gorî prensîbên ragihandinê kar bikin.”


Mijarên Din