Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku duh li Reqayê şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand, tê de ragihand ku endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cemal El-Ehmed di şopandina çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê de şehîd bûye û nasnamey şehîd eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"18`ê Tebaxê (duh) endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cemal El-Ehmed dema ku bi erka xwe radibû û şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst li bajarê Reqayê dişopandin, gihaşt asta şehadetê.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê sersaxiyê ji hevalên xwe û malbata şehîd Cemal re dixwazin û soz didin em ê di parastina rewa li ser bihostek ji xaka me bimeşin û di rêya şehîdan de bimeşin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Cemal Setam El-Ehmed
Navê Bav: Setam
Navê Dayikê: Fatime El-Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: El-Enadiyê 1/12/1989
Cih û dîroka tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 22/12/2015, Serêkaniyê
Cih û dîroka şehadetê: 18/8/2019

(jo)

ANHA


Mijarên Din