Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Adil Hemed Elî endamê hêzên trafîkê yên kantona Girê Spî di encama nexweşiyekê de şehîd bûye.

Navend Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê trafîkê yê kantona Girê Spî ya herêma Firatê Adil Hemed Elî di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Navendê di daxuyaniyê de, sersaxî ji malbata şehîd Adil re xwest û soza berdewama parastina rewa ji bo hemû axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Adil Elî
Navê Dayikê: Rehîme
Navê Bav: Hemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Tenhûza 06.02.1979
Dîroka Tevlêbûna Saziya Trafîkê: 22.08.2015
Dîroka Şehadetê: 07.09.2019, Girê Spî

(kc)

 


Mijarên Din