​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke sîxur girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke sîxur ku di saziyên Rêveberiya Xweser de xwe bi cih kiriye û ji 5 kesan pêk tê, girt.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku hêzên wan şaneyeke erkdarkirî û ji ajandeyên derve re dixebite, girt. Her wiha erka vê şaneyê sîxurtî û şopandina tevgerên QSD’ê, veguhastina agahiyên ewlehî û amadekirina pêkanîna hedefgirtina fermandaran, çalakiyên civakî û siyasî ye.

Daxuyanî wiha ye:

"Aliyên dijber kiryarên tevliheviyê di hundirê saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, derbekirina aramî û ewlehiya herêmê kêm nekirine, lê belê ev kiryar bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re di çarçoveya peymanên Astana û Soçiyê de zêde bûn.

Di vê pêvajoya çarenûsî û nazik de, her wiha şerê li dijî terorê, gefên bênavber ên dijminatî û sekna li dij pandemiya Koronavîrusê û li hêzên me li hember van xetereyan di amadekariyê de ne, dibînin ku hin aliyên xwefiroş û xayîn li beramber wergirtina pere û berjewendiyên demkî sûcan pêk tînin.

Piştî şopandin û çavdêrkirina durist, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser di 03.04.2020’an de şaneyeke erkdarkirî ku li saziyan dixebitîn, girt. Şane ji 5 kesan pêk tê, ew jî ev in A.N., C.A., Ş.A., A.B. û Z.B. Di nava wan 2 jin hebûn û hatibûn erkdarkirin ku liv û tevgera QSD`ê bişopînin, agahiyên der barê xebata saziyên ewlekariyê de veguhêzin, amadekariyên operasyonên qetilkirina fermandarên rêveberiyê, çalakiyên civakî, siyasî, tevliheviya neteweyî, olî, mezhebî di navbera pêkhateyên herêmê de derxin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka me ye ku li ser ewlehiya jiyana civakê bisekinin û soz didin ku dê li dijî hemû kesên hewldana têkbirina destkeftiyên gelên me dikin, bisekinin, li gel vê yekê dê li dijî xayîn û sûcdaran li ber xwe bidin.

Aliyên peywendîdar lêpirsîna bi şaneya erkdarkirî re berdewam dikin û dê bişînin dadgehê da ku ceza li wan were birîn."

fr


Mijarên Din