Hêzên Ewlekariya Minbicê li ser teqînê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê diyar kir ku teqîna îro li bajarê Minbicê pêk hat encamê êrîşeke xwekujî bû. Hêzên Ewlekariiyê diyar kir ku di êrîşê de endamekî hêzên wan şehîd bû û 10 kes birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbic û gundewarên wê der barê teqîna ku vê êvarê li bakurê bajêr rû dabû de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş saet di 16:05‘an de pêk hat, êrîşkarekî bi erebeyeke bombebarkirî xwe li nêzî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Hawarê" ya bakurê rojhilatê bajêr xwe teqand.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên ewlekariya û erebeyên ambulance û tîmên agirkujê dimildest berî dan cihê teqînê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Her wiha hate gotin "Piştî lêkolîn û lêpirsînê diyar bû ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, 10 kes birîndar bûn, jê 3 zarok hebûn û yên din sivîl û leşker bûn."

Di dawiya daxuayniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku heger tevgereke bi guman dîstin an bihîstin hêzên wan agahdar bikin.

ANHA


Mijarên Din