Hêzên ewlekariya Sûdanê hewl didin meşa gel jihev bixin

Reuters ji ser zimanê şahîdan got: “Hêzên ewlekariya Sûdanî roja Duşemê hewl dan ku  meşa bi hezaran ji gelê Sûdanê ku li dijî hikumetê li pêşiya navenda Wezareta Parastinê ya li Xertûma derketibûn, ji heb bixin.”

Xwepêşandêran, da ku fîşarê li serok Omer El-Beşîr bikin ku nêzî  30 sal e di cihê xwe de ye, du şeva kon vedan.

Hêjayî gotinê ku  hewildanên berê yên Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên destwerdana meşa dijberan vala derketine. Roja Înê jî dema hêzên ewlekariyê deswerdana meşa ku li pêşiya navenda Wezareta Parastinê û devera bicihbûna serok a li navenda Xertûma kirin, di encamê de 5 kes hatin kuştin.

(eh)


Mijarên Din