Hêzên Hefter 27 km dûrî Terablûsê ne û Meclisa Ewlehiyê ji bo rewşê li hev dicive

Hêzên Lîbyayê yên girêdayî Xelîfe Hefter ragihand ku wan şeva derbasbûyî bendeke kontrolê ya 27 km dûrî deriyê rojava yê Terablusê xistin bin serweriya xwe. Her wiha îro Meclisa Ewlehiyê ya Navnetewî li ser daxwaza Brîtanyayê civîneke awarte ji bo rewşa Lîbyayê li dar dixe.

AFP`ê ragihand ku hêzên girêdayî Xelîfe Hefter şeva derbasbûyî bendeke kontrolê ya ku 27 km dûrî deriyê rojava yê Terablusê ye, xistin bin serweriya xwe.

Dema ku Hefter fermana pêşveçûnê ber bi parêzgehê ve da, pêşketinên leşkerî li Lîbyayê çêbûn.

Her wiha AFP`ê diyar kir ku fermandar Ebdilselam El-Hasî tekez kiriye ku odeya çalakiyan a herêma rojava di "Şeyiş El-Wetenî Lîbî" ku ji aliyê Hefter tê birêvebirin, ragihand ku hêzên wan bêyî şer benda kontrolê ya leşkerî xistin bin serweriya xwe de.

Li hember vê yekê "Hêza Parastina Terablûsê" ya ji koalîsyona komên li Terablûsê pêk tê, li ser hesabê xwe yê Facebookê got wan çalakiya rawestandina pêşketina hêzên Hefter ragihandiye, lê tu agahiyên berfireh zelal nekirin.

Her wiha berdevkê hêzên Hefter, Ehmed Mismarî roja çarşemê ragihand ku ji bo êrîşekê amadehiyê dikin, armanca êrîşê paqijkirina rojavayê Lîbyayê ji teror û çeteyan e. Ji ber vê yekê, Sîrac fermana amadekariyê ji her cure êrîşê re ragihand. Her wiha komên ji bajarê Misiratê li rojavayê Lîbyayê yên girêdayî hikumeta Wifaq, duh amadekariya ji êrîşa hêzên Hefter re ragihand.

Di çarçoveya van pêşketinên lezgîn de li gorî dîplomatan diyar kir ku Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser daxwaza Brîtanyayê îro seat di 19:00’an de civîneke awarte ji bo rewşa Lîbyayê ragihand.

(jo)


Mijarên Din