Hêzên Hefter xistina firokeyeke Tirkiyê ya bêpîlot li balafirgeha Miêtîqe ragihand

Odeya Çalakiyan a El-Kerame ya girêdayî Hêzên Mişîr Xelîfe Hefter ragihand ku firokeyeke Tirkiyê ya bêpîlot li balafirgeha Miêtîqe xistine xwarê.

Odeya Çalakiyan a El-Kerame ya girêdayî hêzên Mişîr Xelîfe Hefter wiha raber kir: "Hêzê di dema daketina firokeya bêpîlot a Tirkiyê ku ji baregeha Miêtîqe rabûye de, xistin xwarê."

Çavkaniyên hikumeta El-Wîfaq a Wetenî ya Lîbyayê, roja pêncşemê ragihand ku balafirgeha Miêtîqe ya navdewletî rastî bombebaranê hatiye.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Mirşîr Xelîfe Hefter tekez kir ku Tirkiyê di dawiya Gulanê de pisporên leşkerî û kemyûnên ji çekên nûjin ji komên çete yên alîgira hikumeta El-Wîfaq re şandine. Her wiha jî raber kir ku balafirên ku bajarê Xeryan kiriye hedef di bin kotrola Tirkiyê de ne.

NY’yê û Meclisa Ewlehiya Navdewletî qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re ji dema hilweşîna rejîma Muemer El-Qezafî sala 2011’an ve, ferz kiriye, lê Tirkiyê ev biryar bûye çend car in di nava bêdengiya civaka navdewletî de bin pê kiriye.

(fr)


Mijarên Din