Hêzên Heres El-Xabûr: Armanca dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê ye

Hêzên Heres El-Xabûr ên Aşûrî yên navçeya Til Temirê desntîşan kir ku ew wek QSD`ê dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi aramanca qirkirina gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê, bisekinin.

Hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê didin.

Heres El-Xabûr a Aşûrî yek ji hêzên di bin sîwana QSD`ê de ye. Niha li gundên Xabûr belav dibin. Her wiha Heras El-Xarbûr ragihand ku di çarçoveya mafên parastina rewa de dê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidin.

Di vî warî de ajansa ANHA’yê yek ji fermandarên  Meclisa Heres El-Xabûr a Aşûrî ya navçeya Til Temirê Nebîl Werde û hejmareke ji şervanên Heres El-Xabûr re hevpeyvînek çêkir.

Nebîl Werde di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ`ê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû pêkhateyên herêmê dikin hedef. Armanca wan qirkirina pêkhateyên herêmê ye. Erka me ye ku em li hember êrişên dagirkeran parastina herêmên xwe bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li hember êrişên wan bisekinin, da ku terorê ji ser xaka xwe têk bibin."

Nebîl Werda diyar kir ku hêzên Heres El-Xabûr parçeyek ji QSD`ê ye û wiha pêde çû: "Em wek hêzên QSD`ê dê bi hev re di yek mewziyê de û dest bi dest di eniyên şer de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bisekinin."

 ‘Hêzên me li xetên pêş ên şer belav bûne‘

Ji fermandarên hêzên Heres El-Xabûr Nebîl Werde di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Xwîna şehîdên me di paqijkirina xakê de li dijî terorîstan de bû yek. Hêzên me amade ne li xetên pêş ên şer belav bibin. Çi erk were xwestin, jê re amade ne. Da ku karibin parastina gelên herêmê û herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin dagir bikin, pêk bînin."

Şervanekî Heres El-Xabûr: Armanca dagirkeran, qirkirina gelên herêmê ye

Şervanê hêzên Heres El-Xabûr Karas Doş got: "Erka wan e ku parastina xak û tevahî herêmê bikin. Her wiha got dê li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ku tu olan nas nake û dixwaze xaka herêmê dagir bike, bisekinin.

Ji aliyê xwe ve jî şervanê bi navê Fîlîp Hoşabe wiha axivî: "Em bi şervanên QSD`ê re di mewziyan de ne, da ku li hember êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê, bisekinin."

Hoşabe di axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hezaran ji şêniyên herêmê yên resen koçber kir, da ku li şûna wan çeteyan bi cih bike û  herêma ku ji beriya hezarê salan hemû pêkhate bi hev re lê dijîn dagir bike û armanca wê qirkirina nasnameya pêkhateyên herêmê ye.

Di dawiyê de Hoşabe bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku tev li nava QSD`ê û hêzên di bin sîwana wê de bibin da ku destek bidin hêzên leşkerî û li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ`ê bisekinin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din