Hêzên hikumeta Şamê û çete ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

‘Herêmên bêçek’ ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê ve tê topbarankirin. Bi taybet jî rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê tên hedefgirtin.  

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê îro bi moşekan herêmên El-Fitêra, Kensefra, Sifûhen, Mintaf û Kedûra li gundewarên başûrê Idlibê û Zeyzûn, Qeston, El-Ziyara, Til Wasit, El-Mensûra û Qelîdîn li Sehil El-Xab yê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên hikumetê li herêma Cûrîn a gundewarên rojavayê Hemayê û bajarokê Kefer Nibil li başûrê Idlibê topbaran kir.

SOHR`ê da zanîn ku duh êvarî leşkerekî hêzên hikumetê li eniya gundê Batenta yê gundewarê n rojavayê Helebê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat kuştin.

(oh)


Mijarên Din