Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên gundewarê Idlib û Hemayê, bi dijwarî topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê zêdeyî 40 top avêtin herêmên Fitîra, Filêfil û Benîn û herêmên li Bidema ya gundewarê rojavayê Idlibê. Di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Di heman çarçoveyê de, hêzên hikumeta Şamê herêmên li El-Ziyara û El-Enkawî yên li Sehil Xab a gundewarê bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kir.

(dx)


Mijarên Din