Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê asta êrişên xwe li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li herêmên Idlibê zêde kir. Hêzên hikumetê careke din gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Sûriyê îro bi moşekan êrişî herêmên Ziyaret, Sehil El-Xab li bakurê rojavayê Sûriyê, Mewzere û dora Qoqafîn li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin. Lê tu agahiyên girêdayî ziyanan nehatin bidestxistin.

Duh bi şev çeteyan bi topan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundên Dana û Cirada yên li bakurê Meret Numan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê topbaran kiribûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din