Hêzên hikumeta Şamê "herêma bêçek" topbaran kir

Hêzên dagirkeriya Tirk sewqiyatên leşkerî ber bi “herêma bêçek” ve pêk anî. Hemwextî wê yekê hêzên hikumeta Şamê careke din herêm topbaran kir.

Operasyonên leşkerî li “herêma bêçek” dewam dikin. Hêzên hikumeta Şamê şeva din û vê sibehê herêmên El-Fetîra, Sifohin, Filêfil, Bênên û Dêr Sinbil ên li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) heta niha tu agahiyên der barê windahiyên canî de bi dest neketine.

Duh, hêzên hikumeta Şamê bajarokê Bare yê li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kiribû û di encamê de sivîlek birîndar bûbû. Zêdetirî 110 top û moşekên ku ji aliyê hêzên hikumetê ve hatibûn avêtin, li herêmê ketin û zêdetirî 60 top ji wan li bajarokê El-Fetîra ketin.

Di heman derbarê de, SOHR`ê ragihand ku hêzên dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî didomîne û derdora 30 wesayîtên bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîk barkirî, di dergeha Kefer Lûsîn re, derbasî xaka Sûriyê bûn û berê xwe da nuqteyên artêşa Tirk a dagirker li herêma bêçek.

Li gorî SOHR`ê, ji Adara îsal ve 7 hezar û 470 wesayîtên leşkerî û bi hezaran leşker ketine erdên Sûriyê.

Bi vê yekê, ji Sibata 2020`an û heta niha zêdetirî 10 hezar û 805 kamyon û wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûne ku tê de tank, erebeyên veguhastina leşkeran, panzer û radarên leşkerî hebûn.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha li gundê Bilyon ê li çiyayê Zawiyê 2 nuqteyên leşkerî ava kiribûn. Bi vê yekê hejmara nuqteyên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li herêmê bû 71. Nuqteya nû ku artêşa Tirk a dagirker ava kiriye, tenê nêzî 8 km dûrî bajarê Kefer Nibul ê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye.

Avakirina van nuqteyan li gundewarên Idlibê û Hemayê, piştî vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên li bajarê Morik û gundên Şêr Mixar û Meir Hetat ên gundewarên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê ve hatibû dorpêçkirin, ber bi çiyayê Zawiyê ve pêk tê.

(cx)


Mijarên Din