Hêzên hikumeta Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrişeke dijwar bir ser bejahiya Laziqiyê

Piştî ku nêzî 30 leşkerên hikumeta Sûriyê vê sibehê hatin kuştin û birîndar bûn, hêzên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, êrişeke dijwar bir ser Cebel Ekrad a bejahiya bakurê Laziqiyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de li derdora Hedada ya li Cebel Ekrad a bakurê Laziqiyê şerekî dijwar rû dide. Her wiha hêzên hikumetê bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê êrişên dijwar pêk tînin.

SOHR’ê danê nîvro belge kir ku balafirên şer ên Rûsyayê li bejahiya bakurê Laziqiyê tevî derbeyên li Kebane û derdora Hedada ya Cebel Ekrad gerîn. Her wiha bi dehan moşek avêtin. Li gel wê jî hêzên hikumetê Kebane, Tufahiyê û Hedada topbaran kirin. Ew topbaran jî di encama zirara hêzên hikumetê ya vê sibehê ye ku nêzî 30 leşker, hin jê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

(fr)


Mijarên Din