Hêzên hikumeta Sûriyê dîsa dest bi topbarana li ser Idlibê kir

Hêzên hikumeta Sûriyê herêmên çiyayî yên El-Zawiya piştî çend seatan ji bêdengiyê, careke din topbaran kir.

Hêzên hikumetê bi moşakan herêmên li Fitêra, Kensefra, Sefûhin, Kefer Ûweyid, Filêfil û herêmên din ên çiyayê El-Zawiya yê gundewarên başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêma Idlibê digeriyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku duh hikumeta Sûriyê bi moşekan herêmên li navçe û gundên çiyayê El-Zawiya ya gundewarên başûrê Idlibê û herêmên din li Til Easit, Qeston û Ziyaret ên li deşta Xabê ya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.


Mijarên Din