Hêzên hikumeta Sûriyê erebeyên li naverasta bajarê Qamişlo hedef digire û birîndar jî hene

Endamên hêzên hikumeta Sûriyê beriya niha bi çend kêliyan gule li erebeyên ku nêzî Çarxeriya Sibeh Behrat a naverasta bajarê Qamişlo derbas dibûn reşandin û di encamê de hin kesên di erebeyê de birîndar bûn.

Beriya niha bi çend kêliyan endamên hêzên hikumeta Sûriyê gule li erebeyên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîkê û erebeyên dîtir ên girêdayî Şaredariya Gel a Qamişlo ku di nêzî Çarxeriya Sebeh Behrat a naverasta bajarê Qamişlo re derbas dibûn, reşandin.

Nûçegihanê ANHA’yê destnîşan kir ku li gorî detayên destpêkê di encama hedefgirtinê de hin birîndarî çêbûn.

Hê jî heta niha nakokî li cihê bûyer û derdora wê rû dide.

(fr)

ANHA


Mijarên Din