Hêzên hikumeta Sûriyê gundên başûrê Idlibê topbaran dikin

Îro hêzên hikumeta Sûriyê bi obusan 6 gundên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê bi obusan herêma başûrê Idlibê topbaran kir.

SOHR`ê diyar kir ku gundên El-Hilûbî, El-Inkawî, Kefer Iwêd, Sifûhên, Filêfil û El-Fetîra hatin topbarankirin, lê der barê encamên topbaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.


Mijarên Din